• Thursday, 19 February 2026
logo

26 partiyên siyasî navên namzetên xwe ji bo hilbijartinên Tirkiyê pêşkêş kirine

Gulan Media April 10, 2023 Nûçe
26 partiyên siyasî navên namzetên xwe ji bo hilbijartinên Tirkiyê pêşkêş kirine

 Serokê Komisyona Bilind a Hilbijartinan li Tirkiyê ragihand, 26 partiyên siyasî lîsteyên xwe yên namzedên hilbijartinên xula 28emîn a Parlamentoya Tirkiyê pêşkêş kirine.

Serokê Komisyona Bilind a Hilbijartinan li Tirkiyê Ahmet Yener duhî 9ê Nîsana 2023an di konferanseke rojnamevanî de ragihand, dema şandina lîsteyên namzedên partiyên siyasî bi dawî bû û 26 partiyên siyasî lîsteyên xwe yên namzetan pêşkêş kirine.

Diyar kir jî, her yek ji Partiya Yekîtiya Dadperwerî, Partiya Dad û Geşepêdanê, Partiya Dayik a Niştimanî, Partiya Tirkiyê ya Serbixwe, Partiya Yekîtiya Mezin, Partiya Tirkiyê ya Mezin, Partiya Komarî ya Gel, Partiya Ciwanan, Partiya Hêza Yekgirtû, Partiya Maf û Azadiyan, Partiya Rizgariya Gel, Partiya Welat, Partiya Gel, Partiya Tevgera Neteweyî, Partiya Rêya Neteweyî, Partiya Çep, Partiya Karkerên Tirkiyê, Tevgera Komunîst a Tirkiyê, Partiya Komunîst a Tirkiyê, Partiya Welatparêz, Partiya Rafa, Partiya Nûjen, Partiya Keskan, Partiya Pêşerojê ya Çep û Partiya Serketinê lîsteyên xwe yên namzetan radestî saziya wan kirin.

Ahmet Yener got jî, li gorî madeyên 14, 13, 15 û 16 ên Ysaya Hilbijartinê, dê heta 11ê Nîsanê lêkolîn li ser pabendbûna wan bi mercan bê kirin, eger kêmasî hebin dê aliyên siyasî ji bo nehîştina wan kêmasiyan agahdar bikin.

Biryar e hilbijartinên parlamento û serokomariya Tirkiyê roja 14ê Gulanê bên kirin. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 61 milyon welatî dikarin dengê xwe bidin hilbijartinan û 4 milyon welatî jî dê li derveyî Tirkiyê dengê xwe bidin. Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê li hemû bajar û navçeyên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 190 hezar navendên dengdanê destnîşan kirin.

 

K24

Top