• Saturday, 14 February 2026
logo

Xirabîya peywendîya Amerîka û Tirkiyê qeyrana darayî li Tirkiyê girantir dike

Gulan Media March 31, 2019 Nûçe
 Xirabîya peywendîya Amerîka û Tirkiyê qeyrana darayî li Tirkiyê girantir dike
Di sala 2019an da hikûmeta AKPê bang li xelkê Tirkiyê kir ku wê qeyrana aborî çareser bikin û ew qeyran namîne. Herwiha pereyên xwe nekin dolar bikin lîreyê Tirkiyê. Lêbelê her ku diçe qeyrana aborî li Tirkiyê giran dibe û qiymetê lîreyê Tirkiyê namîne.

Di destpêka sala 2019an heta dawiya meha Adarê rewşa lîreyê Tirkiyê baş bibû beramberî dolarê Amerîkayê. 100 dolarî Amerîkayê 5.28 lîreyê Tirkiyê bû. Lêbelê ev hefteyeke nirxê lîreyê Tirkiyê kê bûye û 100 dolarî Amerîkayê bûye 5.75 lîreyê Tirkiyê.

Ligel wê yekê jî hemû kelûpel li Tirkiyê biha bûne û qiymetê hemû kelûpelan zêde bûye. Ligor medyakaran qeyrana di navbera Amerîka – Tirkiyê jî tesîrê li bihayê dolar dike û ew yek jî tesîreke xirab dike li ser aboriya Tirkiyê. Herwiha medyakar didin zanîn heta Tirkiye paşgez nebe ji kirîna sîstem mûşekî ya S- 400 ji Rûsyayê wê bihayê dolar kêm nebe û qeyrana aborî li Tirkiyê girantir bibe.

Wezareta Berevaniya Amerîkayê Tirkiye hişyar kir ku heger wê sîstema mûşekî ya S- 400 bistînin wê ew nikaribin balafirên F- 35 ji Amerîkayê bistînin.

Serokê AKPê û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî dibêje wê paşgez nebin û sîstema mûşekî ya S- 400 bistînin.

Basnews
Top