• Saturday, 14 February 2026
logo

Hewanasiyê hişyariyek lezgîn da

Gulan Media March 30, 2019 Nûçe
Hewanasiyê hişyariyek lezgîn da
Rêveberiya giştî ya hewanasî û erdhejên herêma Kurdistanê hişyariyek bilez derbarê pêkhatina lehiyan de da.

Rêveberê giştî yê hewanasî û erdhejên herêma Kurdistanê Fazil Îbrahîm ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ji heftiya borî ve me yekem hişyarî da, ku pêşbîniya şepolekî barîna baranê em dikin, îro jî hişyariya duyem em didin û saziyên xizmet û yekeyên îdarî me agahdar kirine.’’

Herwaha got: ‘’Pêşbînî heye ji êvara îro ve ew şepola barîna baranê ya herêma Kurdistanê digre, dubare dê çalak be û heta nîvroya roja duşemê dê berdewam be. Pêşbînî tê kirin baraneke zêde hebe. Dê herêma Kurdistanê jî li xwe bigre, lê ji Şingalê bo Duhok, Zaxo, sînorê Hewlêr, Silêmanî, Helebçe, Germiyan û Raperîn jî barîna barana bihêz dê pêkbê.’’

Herwaha daxwaz ji saziyên xizmetê kir: ‘’Amadekariyên pêwîst bikin, wek berê jî kiribûn ku di her rewşekî ya bilind bûna asta avê de tewdîrên pêwîst bigrin. Herwaha hin amadekarî jî hatine kirin.’’

Fazil Îbrahîm got, ji ber demsala baharê ye ew rêjeya baranê dê demekî kêm de û rûberekî teng de pêkbê, ji ber wê dê bibe sedemê kombûna avê û bilind bûna asta avê.’’

Basnews
Top