Bi fermana Mesrûr Barzanî li navçeya Xebatê çekên bêmohlet tên komkirin
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ferman da ku li bajarê Xebat û derdora wê kampanyek ji bo desteserkirina çekên neyasayî were destpêkirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro yekşemê ferman da hêzên polîs û asayîşê ku dest daynin ser çekên neyasayî yên bajarê Xebatê.
Ev kempîn bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê çend rojan berdewam bike û çek û wesayîtên bi plaqeyên sexte dê bên desteserkirin.
Ev kempîn di demekê de ye, ku ji ber pirsgirêkên civakî li bajarê Xebat û derdora wê şer û pevçûn diqewimin û welatiyên bajêr çend caran nerazîbûna xwe li hember vê diyardeyê nîşan dane û daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirine ku dest deyne ser çekên neyasayî.
Êvara Înê li navçeya Xebatê ya Hewlêrê di encama şer û pevçûna navbera du malbatan de ciwanekî 27 salî jiyana xwe ji dest da. Asayîşa Hewlêrê 14 berguman desteser kirin û dest danîn ser hejmareke zêde çekên giran û navîn.
Îro çarşemî 28.12.2022ê Rêveberê Giştî yê Wezareta Navxwe Dr. Hemin Mîranî ji Ofîsa Medya û Ragihandinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ragihand: 12 komîteyên rakirina çekan hatine avakirin. Lijneya Wezîran dê tezmînata kesên ku çekan radest bikin binirxîne û 40 komîteyên qeydkirina çekan (fîşe, kalaşnîkov û yên wekî wan) hatine qeydkirin.
Dr. Hêmin Mîranî: “Xaleke girîng heye, ew jî tirsa welatiyan e ku dema diçin çekên xwe di yek ji van komîteyan de tomar dikin, hikûmet dizane ku ew kes çekên neyasayî hene û diçe wan ji malê digire. Lê ji yasa û rênimayan diyar dibe ku qonaxa yekem a tomarkirina çekan, hewla bidestxistina amaran e ku çend çek di nav civaka kurd de hene. Her çendî ew nisbî be jî. Dema ku çekek di nava salekê de tê tomarkirin (ji Tîrmeha 2022an heta Tîrmeha 2023an), her welatiyekî ji bo qeydkirina çekê diçe van komîteyan û çekê digihîne malê. Kes çek hilnade, lê daneyên çekê di destê hikûmetê de ye û eger piştî wê salê welati serî li lîsansê bide, dê destûrê bidin wî.’’
Dr. Hêmin Mîranî diyar kir: ''Dema em dibêjin nefroşin tê wateya bê agahiya saziya ku bi alîkariya sektora taybet bi şêweyekî nûjen ji bo kirîn û firotina çekan di bin çavdêriya Wezareta Navxwe de hatiye avakirin. Divê li cihekî diyar û modern ku di bin kontrola Wezareta Karên Hundir û Ewlekariyê de be.”
Doktor Hêmin Mîranî daxwaz ji hemwelatî û mamostayên olî kir ku, xelkê han bidin ku dema kêşeyên wan hebin serî li yasayan bidin, neku bi tundî û çekan wan pirsgirêkan çareser bikin. Pir caran pirsgirêkên taxên pir biçûk ji ber bikaranîna çekan dibin pirsgirêkên mezin. Divê çek di destê dewletê de be ku her kes û welat biparêze, ne di destê gel de pirsgirêkên xwe çareser bike.
Basnews
