• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Ecvadorê gelek kes canê xwe ji dest dane

Li Ecvadorê gelek kes canê xwe ji dest dane

Zemîn şemitiye û bin erdê ketine.

Li gor çapemeniya cîhanî di encama şemtîna zemîn de ku, duhê li welatê Ecvadorê çê bûye, herî kêm 33 kes canê xwe ji dest dane.

Herwiha rayedarên vê welatî eşkere kirine ku, 55 kesên din jî wendane û heta niha nehatine dîtin.

Heta niha 32 kes hatine rizgarkirin û 46 kes jî birîndar bûne û zêdetir ji hezar kes jî bê mal û hal mane.
 

Top