• Thursday, 19 February 2026
logo

Serok Barzanî cejna Qiyamê li Kirîstiyanan pîroz dike

Serok Barzanî     cejna Qiyamê li Kirîstiyanan pîroz dike

Serok Mesûd Barzanî bi boneya cejna Qiyamê, pîrozbahiyê li Kirîstiyanên Kurdistan, Iraq û hemû cîhanê dike.Serok Barzanî îro 8ê Nîsana 2023an peyameke pîrozbahiyê bi boneya cejna Qiyamê arasteyî Kirîstiyanan kir û tê de ragihand, “Ez hêvî dikim ku ew fersend bibe sedema xurtkirina biratî û tebayê di navbera hemû netewe û peyrewên hemû olan de li navçeya me.”

Deqa peyama Serok Barzanî:

Bi navê Xwedêyê Dilovan û Mîhreban

Bi boneya hatina cejna Qiyamê, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xwişk û birayên me yên Kirîstiyan li Kurdistan, Iraq û hemû cîhanê dikim.

Ez hêvî dikim ku ew fersend bibe sedema xurtkirina biratî û tebayê di navbera hemû netewe û peyrewên hemû olan de li navçeya me.

Bi vê boneyê hêviya aştî, şadî û bextewariyê ji hemû xwişk û birayên me yên Xiristiyan re dixwazim.

Cejna we pîroz be û bimînin di xêr û xweşiyê de

Mesûd Barzanî

8ê Nîsana 2023

 

Basnews

Top