• Thursday, 19 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî û Serokê hevpeymaniya Yasa civiyan

Nêçîrvan Barzanî û Serokê hevpeymaniya Yasa civiyan

Nêçîrvan Barzanî îro danê sibê serdana Bexdayê kir.

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê de, Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Serokê hevpeymaniya Yasa ( qanûn) û Serokwezîrê berê yê Îraqê Nûrî Malikî civiya.

Di civînê de giftûgo li ser rewşa giştî ya Îraqê û astengiyên heyî yên li berdem prosesa siyasiya Îraqê û çawetiya derbas kirina wan astengiyan hate kirin.

Têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û rewşa giştî ya deverê mijarên din yên vê civînê bûn.

Top