• Thursday, 19 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Bihevre jiyan sîmayeke baş ya Kurdistanê ye9

Nêçîrvan Barzanî: Bihevre jiyan sîmayeke baş ya Kurdistanê ye9

Bo cejna Qiyame peyameke pîrozbayî pêşkêşî Mesîhiyan kiriye.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta cejna Qiyame ya Mesîhiyan peyameke pîrozbayî pêşkêşî welatiyên Mesîhî kir û ragihandiye ku, cejna Qiyame bi germî li tevahiya welatiyên Mesîhî yên li Kurdistan, Îraq û cîhanê pîroz dikim,

Nêçêîrvan Barzanî herwiha diyar kiriye ku, ji dil û bi germî li hemû xûşk û birayên mesîhî yên li Herêma Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dikim. Ji wan ra bênvedan û cejneke aram û bextewar û serkeftinê dixwazim.”

Her bi minasebeta cejna han Nêçîrvan Barzanî tekez li ser pêşxistina çanda pêkvejiyanê û lêborîn di navbera hemû pêkhateyên olî û etnîkî yên Herêma Kurdistanê kir û dibêje “sîmayekî girîng ê nasnameya Kurdistanê û cihê şanaziya me ye.”

Nêçîrvan Barzanî di beşeke din a peyama xwe de got “Em xûşk û birayên xwe yên Xiristiyan û hemû pêkhateyan piştrast dikin ku emê hertim ev çanda han, maf û azadiyên tevahiya pêkhateyan parastî bin.

Top