Erebistanê bang li ereban kir li hember Îranê bibin yek
Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Îbrahîm Essaf duh di civîna wezîrên derve yên welatên endamên Yekitiya Erebî de, ku li Tûnisê hat lidarxistin, li ser gef û tehdîdên Îranê yên li ser welatên erebî axivî û got, Îran li welatên Iraq, Yemen, Sûriye û Libnanê xirabkariyan dike û milîsên şîe bo armancên xwe yên terorîstî bikar tîne.
Îbrahîm Essaf her wiha got, ev mezintirîn metirsî ye li ser welatên erebî ji ber wê jî divê tevahiya welatên erebî li hember wan xirabkariyên Îranê bibin yek.
Basnews
