Qaymeqamê Şingalê: Heta bi darê zorê nebe PKK ji Şingalê dernakeve
Artêşa Iraqê 3 roj mohlet dabû PKKê da ku hêzên xwe ji Şingalê derxîne lê ev çend roj in mohleta PKKê xilas bûye û PKK ji Şingalê derneketiye.
Li ser vê mijarê, qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, hikûmeta Iraqê mohlet dabû PKKê da ku ji Şingalê derkeve lê mohlet xilas bûye hîn jî PKK li Şingalê ye.
Mehma Xelîl her wiha gotiye, PKK guh nade mohlet û qanûnan. Ew tenê şer dizanin tiştekî din nizanin. Ji ber wê jî heta bi darê zorê nebe PKK ji Şingalê dernakeve.
Qaymeqam Şingalê daye zanîn ku xelkê Şingalê newêrin ji tirsa PKKê vegerin Şingalê ji ber wê jî divê hikûmeta Iraqê, bi çi rengî dibe, PKKê ji Şingalê derxîne.
Basnews
