• Saturday, 14 February 2026
logo

Li Enqere 5 karker canê xwe ji dest dan

Gulan Media March 30, 2019 Nûçe
Li Enqere 5 karker canê xwe ji dest dan
Jiber bûyereke agir pêketinê, duhê li Enqereyê 5 karker canê xwe ji dest dan.

Li gor çapemeniya Tirkiyeyê, di encama agirpêketin di nava bînayeke sê qatî de, herî kêm 5 karker ku piraniya wan Efxanî ne canê xwe ji dest dane û 11 kesên din jî jiber jehirî bûnê rewşa wan ya tendirostî aloze.

Jêderên Tirkî behsa vê yekê kirine ku qata ku agir tê ber bûye weke enbarê (depoyê) dihat bikaranîn û qata ku karker jî têde canê xwe ji dest dane, cîhê mayîna wan karkeran bûye.

Top