Soylu: 29 berbijêrên ÎYÎ Partiyê peywendiya wan bi PKKê heye
Suleyman Soylu li Enqerê di mîtînga partiya xwe de li ser berbijêrên ÎYÎ Partiyê yên ji bo hilbijartinên endamên encûmenên şaredariyan got: “Ez Wezîrê Navxwe me, her tiştên ku dibêjim, bi belgeyan dibêjim, 29 berbijêrên wan peywendiya wan bi PKKê re heye.”
Soylu herwiha dibêje: “Kesê ku bombe avêtiye binkeya polîsan, kesê ku molotof avêtiye binkeya polîsan, kesê ku di dibistanê de propagandaya PKKê kiriye û piştre hatiye derxistin, çi karê wî heye di endamtiya encûmena şaredariyê de? Ez dixwazim vê yekê bipirsim, ew li wir çi dike?”
Sibe yekşemê hilbijartinên şaredariyan ên Tirkiyê tê encamdan û partiyên siyasî ji bo bidestxistina kursiyên herî zêde yên li encûmenên şaredariyan, hevrikiyê dikin.
Rudaw
