• Saturday, 14 February 2026
logo

Soylu: 29 berbijêrên ÎYÎ Partiyê peywendiya wan bi PKKê heye

Gulan Media March 30, 2019 Nûçe
Soylu: 29 berbijêrên ÎYÎ Partiyê peywendiya wan bi PKKê heye
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu hejmarek berbijêrên ÎYÎ Partiyê yên ji bo hilbijartinên şaredariyan bi wê yekê tohmetbar dike ku peywendiya wan bi PKKê re heye.



Suleyman Soylu li Enqerê di mîtînga partiya xwe de li ser berbijêrên ÎYÎ Partiyê yên ji bo hilbijartinên endamên encûmenên şaredariyan got: “Ez Wezîrê Navxwe me, her tiştên ku dibêjim, bi belgeyan dibêjim, 29 berbijêrên wan peywendiya wan bi PKKê re heye.”



Soylu herwiha dibêje: “Kesê ku bombe avêtiye binkeya polîsan, kesê ku molotof avêtiye binkeya polîsan, kesê ku di dibistanê de propagandaya PKKê kiriye û piştre hatiye derxistin, çi karê wî heye di endamtiya encûmena şaredariyê de? Ez dixwazim vê yekê bipirsim, ew li wir çi dike?”



Sibe yekşemê hilbijartinên şaredariyan ên Tirkiyê tê encamdan û partiyên siyasî ji bo bidestxistina kursiyên herî zêde yên li encûmenên şaredariyan, hevrikiyê dikin.


Rudaw
Top