• Thursday, 19 February 2026
logo

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê êrîşa li ser Balefirgeha Silêmaniyê de daxuyaniyek belav kir

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê êrîşa li ser Balefirgeha Silêmaniyê de daxuyaniyek belav kir

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê bûyera Balefirgeh Silêmaniyê de daxuyaniyek belav kir û ji aliyên pêwendîdar daxwaz kir ku ji bo lêkolîna li çavkanî û sedema bûyerê, erkê xwe cîbicî bikin.

Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hatiye diyarkirin: “Divê hemû alî aram bibin û bi awayekî dirust serederiyê ligel bûyerê û encamên wê bikin û li şûna tometbarkirinê, ji bo nehiştina sedemên wê, gav werin avêtin.”

Daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê wiha ye:

Serokatiya Herêma Kurdistanê bûyera Balefirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê şermezar dike ku êvara duhî 7ê Nîsanê rûda. Em ji wan aloziyên ku li pey wê hatin, nîgeran in.

Em daxwazê ji aliyên pêwendîdar dikin ku erkê xwe cîbicî bikin ji bo lêkolîna li çavkanî û sedema bûyerê, divê hemû alî aram bibin û bi awayekî dirust serederiyê ligel bûyerê û encamên wê bikin û li şûna tometbarkirinê, ji bo nehiştina sedemên wê, gav werin avêtin.

Em hemû welatiyên Kurdistanê, bi taybetî bajarê xoşewîst ê Silêmaniyê piştrast dikin ku parastina asayîş û seqamgîrî û jiyana wan, erkê pêşîne yê saziyên Herêma Kurdistanê ye û rê nayên dayîn bi ti bihaneyek bikevin metirsiyê.

Serokatiya Herêma Kurdistanê

08.04.2023

 

Basnews

Top