• Thursday, 19 February 2026
logo

BBC, piştî 20 salan pêşbîniya Serok Barzanî dixe rojevê

BBC, piştî 20 salan pêşbîniya Serok Barzanî dixe rojevê

Ajansa bi navûbang a BBC Tirkî, di raportekî bi hûrgilî de behsa wan guhertin û bûyerên piştî rejîma Sedam Husên li Iraqê dike û di wê raportê de behsa pêşbîniyekî Serok Barzanî dike ku hişyarî daye Amerîka û rêveberên opozîsyona şîe û ew pêşbînî rast derketiye û ji ber wê jî Iraq geheştiye vê rewşa naha.

BBC’yê belav kir, berî Sedam Husên û rejîma wî bê hilweşandin, Amerîkayê Barzanî vexwandiye Amerîkayê û vê derbarê de gotûbêj li gel pêkanîne û Barzanî pêşneyar kiriye ku konferansekî mezin bê rêkxistin û hemû rêveberên opozîsyona Iraqê bên vexwandin û vê derbarê de gotûbêj bên kirin. Li ser vê daxwaza Barzanî sala 2002’yê de konferansek li Londonê birêve çû.

Li gor dûvçûna BBC’yê Barzanî di wê konferansê de hest bi wê yekê kiriye ku rêveberên şîe, bi ruhê tolhildanê nêzîk dibin, ji ber wê jî Barzanî hişyarî daye ku ew hest û ruhê tolhildanê dê encamên wê yên xirab hebin.

Ew pêşbîniya Barzanî rast derket û wekî ku BBC behs dike, dema Malikî hate ser desthilatê û bû serokwezîrê Iraqê, mezhebîbûn li ser hikûmetê serwer kir û bi aşkera dijatiya sunneyan kir. Ebadî jî li Malikî xirabtir bû û şîe’geratiyekî zêde kirin û êş dan sunneyan, ji ber wê ew jî li dû lêgerînên cuda de bûn.

 

Basnews

Top