• Thursday, 19 February 2026
logo

Serokkomariya Iraqê: Êrîşa Tirkiyê ti hincetan qebûl nake û divê lêborînê bixwazin

Serokkomariya Iraqê: Êrîşa Tirkiyê ti hincetan qebûl nake û divê lêborînê bixwazin

Serokkomariya Iraqê "êrîşa Tirkiyê" ya li ser Firokexaneya Silêmaniyê şermezar kir û ragihand, ti hincetek nîne rê bide Tirkiyê ku di nav axa Herêma Kurdistanê û Iraqê de tevbigere.

Serokkomariya Iraqê îro Şemiyê 8ê Nîsana 2023an di daxuyaniyekê de got, “Em van êrîşên eşkere yên li ser Iraq û serweriya wê şermezar dikin û dûbare dikin ku ti hinceteke yasayî nîne ku rê bide hêzên Tirkiyê bi hinceta hebûna hêzên dijber di nav axa Iraqê de tevbigere û sivîlan bikuje.”

Serokkomariya Iraqê bang li Hikûmeta Tirkiyê kir ku “Berpirsiyariyê werbigirin û ji ber van karan lêborîneke fermî pêşkêş bikin. Êrîşan rawestîne û pirsgirêkên xwe yên navxweyî bi vekirina kanalên diyalogê bi aliyên pêwendîdar re çareser bike.”

Serokkomariya Iraqê hişyarî da Tirkiyê ku eger ev êrîş dubare bibin, “Em ê helwesteke tund nîşan bidin da ku di pêşerojê de dubare nebe.”

Êvariya roja Înê 7ê Nîsana 2023an li nêzîkî Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê wêneyên şewateke li nêzîkî Firokexaneya Navdewletî Silêmaniyê hatin belavkirin. Di destpêkê de berpirsên firokexaneyê û asayişê ragihandin, “Tiştek neqewimiye û şewateke normal bû” lê piştre hat ragihandin ku êrîşeke bi firokeyên bê firokevan bûye.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê Phil Ventura li ser teqîna li Firokexaneya Silêmaniyê bersiva roja Înê bersiva pirsên Rûdawê da û ragihand, “Em piştrast dikin ku roja Înê li Silêmaniyê li dijî karwaneke otomobîlan êrîş hate kirin û hêzên Amerîkî jî di nava karwanê de hebûn.”

Her wiha Berdevkê Fermandeya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Joe Bucino jî ji rojnamevanan re ragihand, “Di karwanê ku li Silêmaniyê êrîş lê hat kirin de 3 Amerîkî jî hebûn, ti kes birîndar nebûye.”

Li gorî agahiyên ku bi fermî nehatine ragihandin, bûyer civîneke ewlehiyê ya şandeke pilebilind a Rêveberiya Xweser a bi serokatiya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî li Silêmaniyê rû daye û Mazlûm Ebdî bi selametî gihîştiye Rojavayê Kurdistanê.

Rudaw

Top