Li gor rapirsiya AKAMê HDP çend bajarên mezin bi dest dixe?
Serokê Navenda Lêkolînên Raya Giştî ya Avrasyayê (AKAM) Kemal Ozkiraz li ser hesabê xwe yê Twitterê rapirsiya navenda xwe ya ku li 30 bajarên mezin encam dane, eşkere kir.
Kemal Ozkiraz diyar kir: “Li gor encamên rapirsiya me yên 30 bajarên mezin, em wisa pêşbînî dikin ku AK Partî 12, CHP 12, HDP 3, ÎYÎ Partî 2 û MHP jî 1 bajarê mezin bi dest dixin.”
Serokê AKAMê Kemal Ozkiraz ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Li cihên ku Kurd lê dijîn, HDP dê hinek deng ji dest bide. Sedema vê yekê jî ew e ku alîkariyên civakî yên gelek zêde yên bi destê qeyûman têne kirin. Lê HDP dê hemû şaredariyên xwe bi dest bixe û herwiha şaredariyê Qersê jî dê bikeve destê HDPê.”
Kemaş Ozkiraz diyar kir: “Dengderên Kurd berî biryara HDPê ya li ser wê yekê ku li bajarên rojava berbijêr diyar neke, biryar dabûn ku deng bidin berbijêrê opozisyon ê herî bihêz. Berbijêrên HDPê yên çepgir ên Tirk, jixwe dê ji CHPê re bidana.”
Ozkiraz da zanîn: “Dengderên HDPê yên ku ji aliyê siyasî ve hişmendiya wan a Kurdbûnê heye, him ji ber biryara partiyê û him jî ji ber Erdogan ew ji xwe dûr xistin, dê piştgirî bidin opozisyonê.”
Serokê AKAMê Kemal Ozkiraz destnîşan kir ku rêjeya kesên bêbiryar %6 – 7 e û piraniya wan ew dengder in ku di 24ê Hezîranê de deng dabûn Hevpeymaniya Cumhur û got: “Kesên ku deng nadin jî piranî dengderên berê yên AKP û MHPê ne, bandora wan a li ser hilbijartinan jî, %2.6 e.”
Rudaw
