• Saturday, 14 February 2026
logo

Ehmed Turk bersiva Erdogan dide

Gulan Media March 30, 2019 Nûçe
Ehmed Turk bersiva Erdogan dide
Namzetê HDP yê bajarê Merdînê Ehmed Turk bersiva Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan da û got: Tekoşîna wan a 40 salan gelek zordar ji desthilatdariyê xistine.

Siyasetmedarê Kurd Ehmed Turk li hemberi gotinên Erdogan yên wek: Ew têkelî terorê bûye û ewê qeyum danîn şûna wî" bersiv da û wiha got: Em namzetê gelê Kurd in, me çekên xwe li ber kêsî natewînîn.

Ehmed Turk dibêje: Ev 40 Sal in ew ji bo gelê Kurd di nav tekoşînê de ne, tekoşîna wan jî gelek zalim ji desthilatdariyê xistine.

Namzetê Şaredariya Mêrdinê da zanîn jî: Ew guh nadin gotinên erzan, li hemberî zordariyê ewê ala aştî, azadî û biratiyê bilindtir bikin.

Serokê AKPê Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan gotibû: Ehmed Turk têkeliya terorê bûye û ewê qeyum danin şûna wî.

K24
Top