• Saturday, 14 February 2026
logo

Li nêzî Mûsilê çend terorîstên DIŞIê hatin kuştin

Gulan Media March 30, 2019 Nûçe
Li nêzî Mûsilê çend terorîstên DIŞIê hatin kuştin
êrîş di navbera Mûsil û Enbarê de pêk hatiye
Li gor daxuyaniyeke wezareta berevanî ya Îraqê, duhê bi şev balefirên ser bi hevpeymaniya cîhanî di navbera Mûsil û Enbarê de êrîşî ser çend pêgehên terorîstên DIŞIê kirine.

Li gor daxuyaniya wezareta berevaniya Îraqê, êrîş duhê bi şev li ser devera Banî Cizîre ya di navbera Mûsil û Enbarê de pêk hatiye û di encama êrîşê de hijmarek terorîstên DIŞIê hatine kuştin.

Weke tê zanîn par Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî diyar kiribû ku li Îraqê DIŞI bi dawî hatiye lêbelê roj biroj lêv û tevgerên terorîstên DIŞIê li Îraqê zêdetir dibin.
Top