• Thursday, 19 February 2026
logo

Moskow gefa betalkirina rêkeftina hinardeya dexl û danê dixwe

Moskow gefa betalkirina rêkeftina hinardeya dexl û danê dixwe

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey ragihand, eger siza û zextên li ser berhemên peyîn û berhemên xurekê neyên rakirin, rêkeftina hinardeya dexl û danên Ukraynayê bo cîhanê dê were betalkirin.

Sergey Lavrov di konferanseke rojnamevaniyê de li Enqerê diyar kir: “Eger asteng li ser berhema peyîn û berhemên xurekî yên Rûsyayê neyên rakirin, em vê pirsyarê dikin ku gelo rêkeftina hinardeya dexl û danê ji bo cîhanê girîng e.”

Rûsya û Ukrayna li Stenbolê bi çavdêriya Neteweyên Yekgirtî rêkeftinek îmze kir, ku armanca wê hêsankirina gihiştina dexl û danê Ukraynayê bo bazarên cîhanê, da ku rêkeftin qeyrana xurekê çareser bike.

Roja 24ê Sibata 2022an, bi fermana Serokê Rûsyayê Vladimir Putin êrîşî axa Ukraynayê hat kirin û ji ber şer bi hezaran kes ji serbaz û welatiyan hatin kuştin û bi milyonan Ukraynî jî awareyên weltên Ewropayê bûn, heta niha jî ew şer berdewam e.

 

 

Top