• Thursday, 19 February 2026
logo

Serok Barzanî peyameke serxweşiyê belav kir

Serok Barzanî peyameke serxweşiyê     belav kir

Serok Barzanî ji ber koça dawî ya Şêxella Îbrahîm peyameke sersaxiyê araste kir û ragihand, Mamoste Şêxella Îbrahîm kesayetekî şoreşger û dilsozê xak û niştiman bû û jiyana xwe ji bo xizmetkirina doza rewa ya gelê xwe terxan kir.

Roja Pêncşemê 6ê Nîsana 2023an, Serok Mesûd Barzanî peyameke sersaxiyê belav kir û tê de hatiye: “Bi xemgîniyeke mezin ve, min agahiya koça dawî ya têkoşerê mandûnenas û Pêşmergeyê herdu şoreşên Îlon û Gulanê û hilgirê madelyaya Barzanî mamoste Şêxella Îbrahîm bihîst.”

Serok Barzanî di peyama xwe de diyar dike: “Ez pirse û sersaxiya xwe arasteyî malbat û kesûkar û nasên rehmetî Şêxella Îbrahîm û heval û hevsengerên wî dikim û ez xwe hevbeşê xema wan dizanim.”

Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi xemgîniyeke mezin ve, min agahiya koça dawî ya têkoşerê mandûnenas û Pêşmergeyê herdu şoreşên Îlon û Gulanê û hilgirê madelyaya Barzanî mamoste Şêxella Îbrahîm bihîst.

Mamoste Şêxella Îbrahîm kesayetekî şoreşger û dilsozê xak û niştiman bû û jiyana xwe ji bo xizmetkirina doza rewa ya gelê xwe terxan kir û nimûneya wefadarî û kurdperwerî û xoşewîstiya cemawerî bû û jidestdana wî xisareteke mezin e.

Ez pirse û sersaxiya xwe arasteyî malbat û kesûkar û nasên rehmetî Şêxella Îbrahîm û heval û hevsengerên wî dikim û ez xwe hevbeşê xema wan dizanim.

Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku ruhê rehmetî Şêxellah Îbrahîm bi bihişta berîn şad bike û sebr û aramiyê bibexşîne.

Înna Lîllah We Înna Îleyhî Racîûn (Em ji Xweda hatin û em ê dîsa vegerin bal wî)

Mesûd Barzanî

 

6ê Nîsana 2023an

 

Basnews

Top