• Saturday, 14 February 2026
logo

NY bo Siûdiyê: Navê tohmetbarên kuştina Qaşiqçî aşkere bikin

Gulan Media March 29, 2019 Nûçe
NY bo Siûdiyê: Navê tohmetbarên kuştina Qaşiqçî aşkere bikin
Raportera Taybet ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Agnes Callamard yê li ser kuştina rojnamevanê Siûdî Camal Qaşiqcî vekolînê dike, ji Rîyadê navê 11 kesên ser kuştinê têne darizandin xwest.

Callamard bi daxuyanîyeke nivîskî Erebistana Siûdî hişyar kir û da zanîn ku doza ser Qaşiqcî, di Cotmeha 2018an de li Konsulxaneya Erebistana Siûdî ya li Stenbolê hatibû kuştin, ne tenê karê navxweyî yê Rîyadê ye.

Wê dîyar kir ku divê Erebistana Siûdî 11 kesên ku ser kuştine têne tawanbar kirin ji bîragiştî re eşkere bike û delîl û tomarên bo dadgehê hatine amade kirin jî belav bike.

Callamard, piştî vekolînên li Tirkîyê dabû zanîn ku kuştina Qaşiqcî ji berê de ji alîyê berpirsên Erebistana Siûdî ve hatiye plankirin.

Herwiha Callamard dê rapora dawî ya ser kuştina Qaşiqcî di meha Hezîranê de bide Konseya Mafên Mirovan ya NY.

Basnews
Top