• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Çewligê bi hêza 4.5 erdhej pêk hat

Li Çewligê bi hêza 4.5 erdhej pêk hat

 Li navenda parêzgeha Çewligê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 4.5 rûda.

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, li navenda parêzgeha Çewligê, bi hêza 4.5 pile erdhej qewimî.

AFADê herwiha diyar kir ku erdhej di demjimêr 11:29 xulekan de û 7 kîlometre di bin erdê de rûdaye.

Sibeha roja 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix û Elbîstanê yên parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn û di encamê de zêdetirî 50 hezar kesan canê xwe ji dest dan.

 

K24

Top