Serokkomarê berê yê Franseyê behsa qehremaniya Kurdan dike
Dibêje ne ji Kurdan biba hîn jî DIŞI di nava du welatan de serdest dibû.
Serokkomarê berê yê Franseyê François Hollande di daxuyaniyeke xwe de behsa qehremaniya Kur û hêzên pêşmerge di şerê dijî DIŞIê de dike.
François Hollande eşkere kiriye ku, eger Kurd û hêzên pêşmerge nebana vê demê vê îro jî Îraq û Sûriye hîn jî di destê terorîstên DIŞIê de bana.
Nav hatî behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Franseyê kiriye û gotiye ev têkiliyên han yên ku, gelek bihêz û berfirene xwedan dîrokeke dirêjin û vedigere bo salên 1980 an.
