Necmedîn Kerîm: Bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê biryareke dîrokî bû
Dr. Necmedîn Kerîm di peyama xwe de diyar kiriye: “Îro du salên bi temamî di ser biryara bilindkirina Ala Kurdistanê li ser saziyên fermî yên parêzgeha Kerkûkê re derbas dibe, ku yek ji biryarên dîrokî û giring ên desteberkirina mafê neteweyî yê gelê me bû.”
Di peyamê de hatiye destnîşankirin: “Bilindkirina Ala Kurdistanê li ser saziyên fermî yên parêzgeha Kerkûkê biryara kesekî û li dijî yasa nebû, piştî çendîn xwendinên yasayî û destûrî hat kirin û piştre jî ji aliyê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê weke yekane saziya yasadanîna li wî bajarî, hat pesendkirin.”
Dr. Necmedîn Kerîm eşkere kiriye: “Vê biryarê ku çarçoveya desteberkirina xwebirêvebirina hevbeş a neteweyan çavkanî girtibû, mixabin hikûmeta Iraqê û aliyên şovenî ketin plangeriya li dijî biryara bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê, lê biryara Dadgeha Îtihadî ya li ser redkirina giliya çend aliyan li dijî Ala Kurdistanê di wan rojan de, hinekî din ji aliyê yasayî û destûrî ve em piştrast kirin.”
Herwiha diyar dike: “Bûyerên 16ê Cotmehê û rojên din, zemîna hikûmî ya yek alî û leşkerî ji bo hikûmeta Iraqê re pêk anî, ku berevajî yasa û destûr û biryara Encûmena Parêzgehê, Ala Kurdistanê ne tenê li ser saziyên fermî yên bajêr hatin daxistin, bilindkirina wê jî bi her awayî hat qedexekirin. Ev jî niyetxirabiya hikûmeta Iraqê li hember siberoja wî bajarî derxist holê.”
Dr. Necmedîn Kerîm da zanîn: “Em di vê bîranîna pîroz û gelek rûmetdar de tekezî li ser yasayîbûn û destûrîbûna bilindkirina Ala Kurdistanê li parêzgeha Kerkûkê dikin û daxwaz dikin ku hikûmeta Iraqê dest ji mentiqa hêz berde û vegere bo mentiqa yasa û destûr û xwebirêvebirina hevbeş a neteweyan li Kerkûkê.”
Rudaw
