Demîrtaş:hewl û xebat a Meyên bo aştiyê, wek tawanên terorê tên nişandan
Demîrtaş ku dû sal û nîv e di zîndana Edîrneyê de girtiye, jiber axaftina pênc sal berê ya li Mêrsînê îfade da Serdozgeriyê. Demîrtaş got, tometên tên kirin ji rastiyê dûr in, wan tu carê piştevaniya terorê nekirine û dixwazin wek welatiyek azad û birûmet û wekhev bijîn.
Demîrtaş da xuyakirin, li ser axaftina wî ya meydanî pênc sal derbas bûye, hê nû lêpirsîn hatiye vekirin û da zanîn, pêvajoya aştiyê bi hikûmetê re birêve dibirin, lê niha jiber ku avhewa guheriye, dozger û dadwer ji ber xwe dozan vedikin.
Demîrtaş got, pêvajoya aştiyê li her derê cîhanê zehmet bûye. Jiber vê ew û AK Partî jî wê demê li derve û hundir rastî êrişên tund hatine û her du aliyan jî baş li ber xwe dane.
K24
