Cengiz Çandar ji Partiya Çep a Keskan dibe berbijêr
Akademîsyen, rojnameger û nivîskarê navdar ê Tirkiyê Cengîz Çandar pêşniyara berbijêrbûna bo parlamentoyê Tirkiyê ya Partiya Çep a Keskan qebûl kir.
Rojnameger Cengîz Çandar ji Partiya Çep a Kesk, ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di bin banê wê de beşdarî hilbijartinê bibe, bû berbijêrê parlamenterbûnê.
Li gor nûçeya T24ê, rêveberiya HDPê biryar da ku ji bo Cengîz Çandar ku ev demek e li Swêdê dijî û li zanîngeha Stockholmê kar dike, pêşniyara berbijêriya parlamenterbûnê bike.
Ev biryar ji aliyê Komîsyona Diyarkirina Berbijêran a Partiya Çep a Kesk ve ji Çandar re hat ragihandin. Çandar ku di heman demê de bi pirtûk, hevpeyvîn û gotarên xwe yên li ser pirsgirêka Kurd tê naskirin, ew pêşniyar qebûl kir.
Çandar diyar kir ku ev bi wê pêşniyarê şanaz bûye û got: “Min zêdetirî nîvê jiyana xwe ji bo bihevrejiyana wekhev û azad a Tirk û Kurdan û çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd derbas kiriye. Ez bi heyecan im ku hemû hêz û ezmûna xwe têxim xizmeta gelê me. Em li ber serdemeke dîrokî ne. Armanca me Tirkiyeya Demokratîk e. Bi hev re em dê bi ser bikevin.”
HDPê pêştir ji rojnamevanê naskirî Hasan Cemal re jî berbijêrbûna parlementeriyê pêşniyar kiribû û wî jî ew pêşniyar qebûl kiribû.
Rudaw
