• Thursday, 19 February 2026
logo

Parlamentoya Iraqê xwandina yekem a projeyasaya budceyê kir

Parlamentoya Iraqê xwandina yekem a projeyasaya budceyê kir

Derengiya şeva borî Encûmena Nûneran Iraqê bi amadebûna 235 parlamenteran yekem xwendina projeyasaya bûdceya sala 2023, 2024 û 2025ê kir.

Dezgeha Ragehandinê ya Encûmena Nûneran di daxuyaniyekê de ragehand ku, Encûmena Nûneran xwendina yekem ya projeyasaya bûdceya federalî ya komara Iraqê bo salên darayî (2023, 20242025) bi dawî kir.

Encûmena Wezîran a Iraqê roja Duşemê razemendî li ser projeyasaya bûdceya federalî ya sala 2023, 2024 û 2025 nîşan da û piştre ji Encûmena Nûneran re şand.

Qebareya giştî ya bûdceyê zêdetirî 198 trîlyon dînar e, ku pişka Herêma Kurdistanê jê, %12.67 e û kurtehênana bûdceyê jî 63 trîlyon dînar e, dahata Iraqê jî 134 trîlyon dînar e.

 

Basnews

Top