Di navbera grubên çekdar da şer derket
Di daxuyaniyekê de SOHRê ragihand ku, çekdarên bi artêşa Tirkiyê li bajarê Efrînê zeviyên welatiyên kurdan bi ser xwe dabeş dikin ji ber vê yekê jî şer û pevçûn di navbera wan da derdikevin.Li gor daxuyaniya SOHRê şer di navbera Lîwa Xalid Bin Welîd û gruba Feyleq El Şam de li ser dabeşkirina hejmarek zevî derket, di encam de çekdarek birîndar bû.
Berî niha jî Rêxistina mafê Mirovan li Efrînê di daxuyaniyekê da ragehandibû ku, çekdarên Lîwaya Siqo el Şemal li gundwarên nehîya Şeran xwe ji çandiniya Heşîşê ra amade dikin.
