Parlementera Gorranê: YNK bo postan gefa qutkirina bûdceya Kurdistanê dixwe!
Ev çend roj in hinek parlementer û rayedarên YNKê gelê Kurdistanê bi wê yekê tehdîd dikin ku qaşo tirsa wê heye Bexda dîsa mûçe û bûdceya Kurdistanê qut bike, ew jî ji ber ku hikûmeta Kurdistanê neftê nade hikûmeta Iraqê!
Li ser vê mijarê, parlementera Gorranê li parlementoya Kurdistanê Şirîn Emîn ji BasNewsê re got, ew karê parlementer û rayedarên YNKê tirsek mezin xistiye dilê welatiyan. YNK dixwaze ew kêfxweşiya ku bi nehîştina paşekefta mûçe di nav xelkê de çêbûye, nehêle.
Şirîn Emîn her wiha got, YNK bi wan tehdîd û şantajan dixwaze bêje eger ew postên ku em dixwazin, nedin me wê çaxê emê mûçe û bûdceya Kurdistanê bidin qutkirin! Lê bila YNK bizane ewê bi ser nekevin. Ji ber ku Wezîrê Darayî yê Iraqê (Fuad Husên) garantiya mûçe û bûdceya Kurdistanê da û gelê Kurdistanê piştrast kir.
Bi nêrîna wê parlementera Gorranê, eger YNK bûdce û mûçeyê gelê Kurdistanê bide qutkirin wê çaxê xiyanetek din mîna ya 16 Cotmeha 2017 dike.
Basnews
