Hejmara qurbanên lehiyê li Îranê geheşt 40 kesan!
Vê derbarê de rêveberê beşa krîzên bijîşkê yasayî Mêhirdad Elî Bexşî ji çapemeniyê re ragehand, heta naha ji ber lehiyê li bajarê Şîrazê 19 kes, li Xuzistanê kesek, li Bûyir Ehmed kesek, li Gulistan 5 kes, li parêzgeha Loristanê 2 kes, li Kirmaşanê kesek, li Îlamê kesek û li parêzgeha Simnan jî kesekî jiyana xwe ji dest daye.
Li gor gotinên wî berpirsî, ev windayî ji ber şepola duyem a barîna baranê û rabûna lehiyê ango 31 kesan jiyana xwe ji dest dane û berî naha jî di şepola yekem de jî 9 kesan li parêzgehên Gulistan û Xorasan a bakur jiyana xwe ji dest dabûn.
Basnews
