• Saturday, 14 February 2026
logo

Hejmara qurbanên lehiyê li Îranê geheşt 40 kesan!

Gulan Media March 28, 2019 Nûçe
Hejmara qurbanên lehiyê li Îranê geheşt 40 kesan!
Rêxistina bijîşkên yasayî yê Îranê aşkera kir, ji ber lehiyên çend rojên borî li çend navçeyekî welat, heta naha 40 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi sedan kesên din jî birîndar bûne.

Vê derbarê de rêveberê beşa krîzên bijîşkê yasayî Mêhirdad Elî Bexşî ji çapemeniyê re ragehand, heta naha ji ber lehiyê li bajarê Şîrazê 19 kes, li Xuzistanê kesek, li Bûyir Ehmed kesek, li Gulistan 5 kes, li parêzgeha Loristanê 2 kes, li Kirmaşanê kesek, li Îlamê kesek û li parêzgeha Simnan jî kesekî jiyana xwe ji dest daye.

Li gor gotinên wî berpirsî, ev windayî ji ber şepola duyem a barîna baranê û rabûna lehiyê ango 31 kesan jiyana xwe ji dest dane û berî naha jî di şepola yekem de jî 9 kesan li parêzgehên Gulistan û Xorasan a bakur jiyana xwe ji dest dabûn.

Basnews
Top