• Thursday, 19 February 2026
logo

Serokê herêmê daxwaza qerebû kirina Kurdên Feyilî dike

Serokê herêmê daxwaza qerebû kirina Kurdên Feyilî dike

Îro 43 sal bi ser komkujiya Kurdên Feyilî re derbas dibe.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta 43 saliya komkujiya Kurdên feyilî peyamek belav kiriye û têde daxwaz ji hikûmeta federalî kiriye daku, erkên xwe li hember Kurdên Feyilî bicîhê bîne û wan qerebû bike.

Nêçîrvan Barzanî di peyam xwe de dibêje: “Îro 43 sal li ser tawana jenosîda û bêserûşûnkirina xwişl û birayên me yên Kurdên Feylî re derbas dibin û em şehîd û qurbaniyên wan tawanan bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Barzanî tekez dike ku tişta ku bi serê Kurdên Feylî hat kirin paqijkirina etnîkî ya nijadperestane bû û dibêje: “Bi dehan hezar welatiyên bê guneh hatin bêserûşûnkirin. Bi sedan hezar  kes ji wan hatin sirgûnkirin, dest bi ser mal û milkên wan de hatin girtin û ew bê nasname hatin hiştin.”

Barzanî amaje bi wê yekê dike ku ew tiştê ku bi ser Kurdên Feylî de hatiye, tenê ji ber ku ew Kurd bûn û parastina nasname û mafên miletê xwe yên rewa dikirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî herî dawî di peyam xwe de daxwaza qerebûkirina Kurdên Feylî dike û dibêje: “Nasandina vê tawanê wek jenosîd ji aliyê Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê ve, hikûmet û dewleta Iraqê dixe bin berpirsyariya yasayî û mirovî bo qerebûkirina qurbaniyan. Bi vê boneyê em bang li Hikûmeta Federal a Iraqê dikin ku erkê xwe pêk bîne, bi qerebûkirin û vegerandina hemû mafên medenî û madî yên Kurdên Feylî.

Silav û rêz bo giyanê şehîdên Kurdên Feylî. Silav û rêz ji bo malbatên wan ên serbilind. Qurbanî û dilsoziya xwîşk û birayên me yên Kurdên Feylî, cihê şanaziya gelê me ye û her dem di bîra me de ne.”

 

Rudaw

Top