• Saturday, 14 February 2026
logo

Nexşeya kontrolkirina xaka Sûriyê

Gulan Media March 28, 2019 Nûçe
 Nexşeya kontrolkirina xaka Sûriyê
Niha xaka Sûriyê di navbera 5 hêzên sereke, Hikûmeta Sûriyê, HSD, opozisyona ser bi Tirkiyê ve, opozisyona ser bi Amerîkayê ve û DAIŞ de dabeşkirî ye.



Hikûmeta Sûriyê bi serkevtinên xwe yên leşkerî yên di heyama sala bihorî de, niha derdora %60ê axa welat kontrol dike.



Hêzên Rûsî û Îranî, Hizbullah û milîsên Îraqî di kontrolkirina wê rûberê de alîkariya hêzên hikûmeta Sûriyê dikin.



Hêzên Sûriyeya Demokratîk ango HSD, rûbereke berfireh ji axa Sûriyê kontrol dike, ku derdora %29ê axa Sûriyê dike.



Ji bilî herêmên Kobanî û Cizîrê û bajarê Hesekê yên Rojavayê Kurdistanê, deverên li Rojhilatê Feratê, herêma Minbic, Reqa, Tebq, beşek ji Şehba jî di bin kontrola HSDê de ne.



Pêştir herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê jî di bin kontrola wan hêzan de bû, lê belê piştî operasyona Tirkiyê û hin grûpên çekdar ên opozisyonê, ew herêm di 18ê Adara 2018ê de kete bin destê wan û ji kontrola HSDê û YPGê derket.



Hêzên Amerîkî- Fransî, Berîtanî û Hevpeymaniya Navdewletî alîkariya HSDê dikin û li navçeyên di bin kontrola HSDê de binke û navendên wan ên serbazî hene.



Beşek ji axa Sûriyê jî di kontrola opozisyona girêdayî Tirkiyê de ye, ku rûberê wê herêma di bin kontrola wan de, derdora %9.3ê axa Sûriyê pêk tîne.



Cihên ku di kontrola wê opozisyonê de ye, ji rûberên paêrzgeha Idlib, bakurê Helebê û herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdisanê pêk tê.



Hêzên Tirkiyê di kontrolkirina wê herêmê de piştgiriya opozisyonê dikin.



Opozisyona ser bi Amerîkayê yek ji aliyên din e ku beşek ji axa Sûriyê di bin kontrola wê de ye.



Rûberê ku di destê wê aliyê opozisyonê de ye, gellek biçûk û tenê ji 55 kîlometrên çargoşe pêk tê. Ew herêma biçûk, devera Tinif û sêgoşeya sînorê Sûriye-Iraq-Urdunê li xwe digire.



Hêzên Amerîka û Brîtanyayê jî li wê herêma biçûk hene, bi taybet Amerîkayê navendeke mezin a leşkerî li Tinif heye.



Aliyekî din ku hêj beşek ji axa Sûriyê di destê wê de ye, rêxistina DAIŞê ye. Paşmayiyên DAIŞê hêj beşek ji rûberê axa Sûriyê, ku biyabana rojhilatê Sûriyê li xwe digire, kontrol dikin.



Ew cihên ku niha li rojavayê çemê Dîcleyê di destê DAIŞê de ye, dikeve navbera Sixnê, Meyadîn û Elbûkemal, herwiha li rojhilatê bakurê Siweyda, li devera Tilûl Sefa.



Bi giştî hêj nêzî 4000 km² ji axa Sûriyê di jêr kontrola paşmayiyên DAIŞê de ye.



Beşek ji axa Sûriyê jî di bin kontrola Îsraîlê de ye. Îsraîlê piraniya herêma Golanê di encama şerê şeş rojî yê sala 1967ê de kontrol kir, ku rûberê wê derdora 1200 km² ye.



Parlamentoya Îsraîlê di sala 1981an de bi biryareke yekalî, Golan weke beşek ji axa wî welatî da naskirin, lê belê ti welatekî ew biryar qebûl nekir. Herî dawî roja 25ê Adara 2019an, Serokê Amerîkayê Donald Trump bi amadebûna Serokwezîrê Îsraîlê, Benjamin Netanyahu, biryara naskirina Golanê weke beşek ji axa Îsraîlê, îmze kir.


rudaw
Top