• Saturday, 14 February 2026
logo

Amerîka dibêje lazime werin ceza kirin

Gulan Media March 28, 2019 Nûçe
Amerîka dibêje lazime werin ceza kirin
Şêwirmendê beşê teror û îstîxbaratên darayî ya wezareta xezîneya Amerîkayê Sigal Mandelker dibêje lazime ew kes û aliyên ku dorpêçên Îranê binpê dikin û hevkariya Îranê dikin werin cezakirin.

Sigal Mandelker eşkere kiriye ku lazime Tirkiye were agehdar kirin ku nabe hevkariya Îranê bike û lazime dorpêçên heyî cîhbicîh bike.

Mandelker diyar kiriye ku em weke Amerîka li ser ceza kirina wan kes û aliyên ku hevkariya Îranê dikin bi îsrarin.

Nav hatî herwiha eşkere kiriye ku Amerîka li benda vê ye ku Tirkiye wan dorpêçan cîhbicîh bike.


Top