Li ser daxwaza eşîran HSDê li Dêrazorê 20 kes ji zîndanên xwe berdan
Li ser daxwaza serokeşîr û rîspiyên Dêre Zorê, HSDê 20 girtiyan ji zindanên xwe azad kir.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihandiye, li ser daxwaza şêxîn eşîran û rîspiyên herêma Dêre Zorê, hêzên HSDê 20 kesên girtî ji zindanên xwe berdan.
Li gorî ragihandina HSDê, ew 20 kesên ku hatine berdan di demên bûrî de hinek tawanên biçûk kiribûn lê destên wan bi kuştina welatiyan nebibûn bi xwîn û ne jî karên terorî kiribûn.
HSDê nîşan bi wê yekê daye ku, şêxên eşîran û rîspiyên Dêre Zorê xwe garantî daye ku ew kes vegerin jiyana xwe ya asayî û tevlî civakê bibin û vegerin nav malbatên xwe.
Rudaw
