• Thursday, 19 February 2026
logo

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Serokomarê Iraqê civiya

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Serokomarê Iraqê civiya

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro sêşemê 4ê Nîsanê, di çarçoveya serdana xwe ya Bexdayê de, ligel Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd civiya.

Di civînê de pesnê rêkeftina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal hat dayîn ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û rola şanda herdu aliyan di gihiştina vê rêkeftinê de, bilind hat nirxandin.

Di beşeke din a civînê de tekezî li girîngiya pesendkirina yasaya budceya federal li parlamentoyê û amadekirina projeyasaya petrol û gazê ya federal hat kirin.

Top