• Thursday, 19 February 2026
logo

Peyama Serok Barzanî bo bîranîna komkujiya Kurdên Feyilî

Peyama Serok Barzanî bo bîranîna komkujiya Kurdên Feyilî

43 sal beriya niha ji aliyê rejîma Besê ve hatine genocide kirin.

Îro 43 saliya genocide kirina Kurdên Feyiliye û Serok Barzanî jî peyamek weşand ku, naveroka peyamê wisaye;

Bi navê xwedê mezin

Wenda kirina hezaran gencên Feyilî, derkirin û stendina nasnameyê ji sed hezaran xuşik, kes û birayên me yên Feyilî ji aliyê rejîmê berê yê Îraqê ve, beşek bû ji zincîre tawanên organîzekirî yên hikûmetên yek li pey yek yên Îraqê bo ji nav birin û asmîle kirina gelê Kurdistanê di sedeya 20an de.

Xuşik û birayên Kurdên Feyilî di nava dewleta Îraqê de azar û nehametî û derbederiyên gelek zêde dîtine û tenê tawana wan jî ev bûye ku, Kurdin, pêwîste hikûmeta federalî erkê xwe bo qerebû kirin, çareser kirina kêşeyan û nehêştina bandorên genocida Kurdên Feyilî bilez cîhbicîh bike.

Di bîranîna 43 saliya genocide kirina Kurdên Feyilî de hezaran silav bo rihê paqêj yê şehîên Kurdên Feyilî dinirin, rol û dilsoziya xuşik û birayên Feyilî bo doza netewî û tevgera azadîxwaz ya Kurd hertim cîhê serfiraziyê û rêzdariyê ye.

Mesûd Barzanî

4ê Nîsana 2023

 

 

 

Top