• Thursday, 19 February 2026
logo

Trump xwe radestî dadgehê kir

Trump xwe radestî dadgehê kir

Ajansa nûçeyan a AFPê ragihand, Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump, li New Yorkê xwe radestî dadgehê kir.

Li gor zanyariyên ajansa AFPê, bi tometa dayîna pereyan û gefxwarina ji bo bêdengkirina Stormy Daniel, Trump tê darizandin.

Stormy Daniel aktora fîlmên pornê beriya niha di hevpeyvînekê de eşkere kiribû, pêwendiya wê ya cinsî ligel Donald Trump hebûye, di sala 2016an de jî di helmeta bangeşeya hilbijartinan de Trump gef lê xwariye û bi qasî 130 hezar Dolar daye wê, da ku vê mijarê eşkere neke.

Trump ev pêngav wek tiştekî sosret bi nav kir û got: “Mixabin ez tême desteserkirin, tiştekî sosret e ku ev li Amerîkayê rûdide, ez bi vî tiştî bawer nakim.”

K24

Top