• Thursday, 19 February 2026
logo

Hewlêr û Bexda rêkeftina petrolê îmze kirin

Hewlêr û Bexda rêkeftina petrolê îmze kirin

Serokwezîrê Kurdistanê li Bexdyaê ye.

Duh danê sibê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serdaneke fermi çû Bexdayê û li gel Serokwezîrê federalî Mihemed Sûdanî civiya.

Di civînê de her du aliyan giftûgo li ser qonaxên dawî yên rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê ya derbarê şandina petrola herêma Kurdistanê bo bazarên cîhanê hate kirin û her di heman civînê de rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê ya derbarê şandina petrola Kurdistanê bo bazarên cîhanî bi amadebûna Serokwezîrê Kurdistan û Serokwezîrê federalî hate îmzekirin.

Piştî îmze kirina rêkeftinê jî Mesrûr Barzanî û Sûdanî di daxuyaniyeke hevbeş de behsa vê yekê kirin ku, îmze kirina vê rêkeftina han dibe derfeteke gelek baş bo çareser kirina kêşeyên din û amade kirin û pejrandina qanûna federalî ya petrol û gazê.

li gor rêkeftina ku, îro hatiye îmzekirin, herêma Kurdistanê heta dema qanûna federalî ya petrol û gazê tê îmzekirin, berdewam dibe li ser firotina petrolê.
 

Top