Parlementera berê ya Iraqê: Li Kerkûkê ti hêzek nîne kurdan biparêze
Endama berê ya parlementoya Iraqê Emîre Zengene li ser rewşa Kerkûkê ji BasNewsê re got, rewşa Kerkûkê aram nîne ji ber ku her şev û roj malên kurdan rastî êriş û zordestiya çekdar û milîsan tên. Wisa lê hatiye êdî ew êriş û avêtina ser malan normal bûye!
Emîre Zengene her wiha got, mirovên belengaz ji sibê heta êvarê kar dikin, bi şev jî rastî êrişa çekar û çeteytan tên û malên wan tên şêlandin. Bi rastî ev rewş mirov nîgeran dike çimkî ti hêzeke xemxor jî nîne welatiyan biparêze.
Basnews
