• Saturday, 14 February 2026
logo

Parlementera berê ya Iraqê: Li Kerkûkê ti hêzek nîne kurdan biparêze

Gulan Media March 28, 2019 Nûçe
Parlementera berê ya Iraqê: Li Kerkûkê ti hêzek nîne kurdan biparêze
Endameka berê ya parlementoya Iraqê dibêje, li Kerkûkê şev û roj malên kurdan rastî êriş û zordestiyê tên û ti hêzeke xemxor jî nîne parastina welatiyan bike.

Endama berê ya parlementoya Iraqê Emîre Zengene li ser rewşa Kerkûkê ji BasNewsê re got, rewşa Kerkûkê aram nîne ji ber ku her şev û roj malên kurdan rastî êriş û zordestiya çekdar û milîsan tên. Wisa lê hatiye êdî ew êriş û avêtina ser malan normal bûye!

Emîre Zengene her wiha got, mirovên belengaz ji sibê heta êvarê kar dikin, bi şev jî rastî êrişa çekar û çeteytan tên û malên wan tên şêlandin. Bi rastî ev rewş mirov nîgeran dike çimkî ti hêzeke xemxor jî nîne welatiyan biparêze.

Basnews
Top