• Saturday, 14 February 2026
logo

Li Îranê gundek bi temamî kete bin erdê de

Gulan Media March 28, 2019 Nûçe
Li Îranê gundek bi temamî kete bin erdê de
Bi sedema şiqitîna erdê, gundek li parêzgeha Kohgîloye û Bûyir Ehmed a Îranê bi temamî kete bin erdê.



Ji ber baranbarîna zêde, bilindbûna asta ava rûbar û çeman û rabûna lehiyê, gundek li parêzgeha Kohgîloye û Bûyir Ehmed a Îranê bi temamî kete bin erdê.



Li gor nûçeya ajansa fermî ya dewleta Îranê, IRNAyê, roja Sêşemiyê 26ê Adarê ji ber berdewamiya barîna baranê û bi sedema şiqitîna erdê, gundê Abîdek Zîlayî li navçeya Bûyir Ehmedê, tevî hemû avahî û milk û malên welatiyan kete bin erdê û li ser rûyê erdê nema.



Qayimmeqamê navçeya Bûyir Ehmedê, Şahrox Kenarî ragihandiye: “Li gundê Abîdek Zîlayî kêmtir ji 20 malbatan nîştecih bûn û bi pêşbîniya çêbûna bûyerê, berî ku bûyer biqewime, gund ji nîştecihên wê hat valakirin û bi vê sedemê ti zirarên canî çê nebûn.”



Qayimmeqamê Bûyir Ehmedê diyar kiriye, di bûyera şiqitîna erdê de, gundê Abîdek Zîlayî, tevî hemû avahî û malên li gund, ajel û pez û zewiyên çandiniyên yên xelkê bi temamî ketin bin erdê.



Şahrox Kenarî tekez kir, li wê navçeyê zêdetirî 220 mm baran bariye û ji ber wê yekê asta avê ya rûbarên Beşar û Kebgiyan bilind bûye, ku bûye sedema çêbûna lehyên mezin û ji ber wê çendê jî zewiyên çandiniyê, gulxane û bostan, navendên xwedîkirina masiyan, pir û rêyên navbera gundan ji nav çûne yan zirareke mezin gihîştiye wan.



Herwiha ji ber lehiyê zirarên mezin gihîştiye torên xizmetguzariyê yên av, elektirîk, hêlên telefonê û internetê.



Kenarî got, niha li navçeya Bûyir Ehmedê rewşek metirsîdar heye.



Qayimmeqamê Bûyir Ehmedê destnîşan kir, rêyên navbera 60 gundan li herdu deverên Lodab û Margonê jî ji ber lehiyê qut bûne.



Li parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê jî ji ber lehiyê rêya navbera çendîn gundan hatiye girtin.



Herwiha li Kirmaşanê jî, pira Dar ya Zengene ku pira sereke ya hatin û çûnê di navbera Serpêla Zehaw û Ezgeleyê de ye, şikestiye û hatinûçûn di navbera Serpêla Zehaw û Ezgeleyê de hatiye rawestandin.



Li parêzgeha Loristan a Rojhilatê Kurdistanê jî li gellek navçeyan lehî rabûye û bi wê sedemê rêyên di navbera çend bajaran û bi dehan gundan de hatiye qutkirin.



Li Aliyeke din, Kompanyaya Niştimanî ya Elektrîkê ya Îranê ragihand, bi sedema lehiyên rojên bihorî, li wî welatî bi qasî 17 milyar tûmenî zirar gihîştiye torên dabeşkirina elektrîkê.


Rudaw
Top