• Saturday, 14 February 2026
logo

Xurmatû…Dibistanekî kurdî hat şewitandin!

Gulan Media March 28, 2019 Nûçe
Xurmatû…Dibistanekî kurdî hat şewitandin!
Li bajarê Xurmatû dibistanekî kurdî hat şewitandin û heta naha jî bûyer çawa pêkhatiye nayê zanîn.

Berpirsê berê yê beşa ragehandina qaymeqamiya Xurmatû Mihemed Fayeq li tora xwe ya civakî facebookê de ragehand: ‘’Derengê şeva borî 27.03.2019ê, li taxa Komarî ya Xurmatû, odeya rêveberiya dibistana navendî ya Germiyan a kur an hat şewitandin.’’

Herwaha amaje bi wê yekê jî kir, heta naha nayê zanîn sedemê bûyerê û çawa hatiye şewitandin, lê piştre ji aliyê tîmên agirkuj ve şewat hat temirandin.

Basnews
Top