Ji yekem gora bikomî 30 cenaze hatine derxistin
Jêderên herêmî diyar kirine ku bo nasandina nasnameya wan cenazeyan, ev cenaze niha bo nûjdariya dadî ya li Bexdayê hatine şandin.
Weke tê zanîn di roja 15ê Adarê de bi hevbeşiya navbera hikûmeta Kurdistanê û Îraqê û herwiha bi beşdariya şandeke NY prosesa vekolîna gundên Koço destpê kiriye.
