Şam: Bila Trump du wîlayetên Amerîkî bide Îsraîlê
Beşar Caferî duhî civîna Encûmena Asayişa Navdewletî ya derbarê pirsên Rojhilata Navîn de tekez, Golab xaka Sûriyê ye û dê vegere hembêza Sûriyê, ti mafê Serokê Amerîka yê siyasî, yasayî û exlaqî nîn e ku bi beşekê ji xaka Sûriyê bilîze.
Caferî got: Heger Amerîka bi Îsraîlî re ewqas bexşende ye, bila du wîlayetên xwe bide Îsraîlê.
Got jî: 14 endam ji koma 15 endamên Encûmena Asayişa Navdewletî li dijî wê biryarê ne û tenê Amerîka li dijî Sûriyê ew biryar derkiriye.
Amaje bi wê yekê jî kir, di dema Encûmena Asayişa Navdewletî li ser pirsa gengeşekirina biryara Trump a ne rewa civiya ye, firokeyên Îsraîlê bajarê Pîşesazî li rojhilatê Helebê bombebaran dike.
Caferî tekez kir jî, Îsraîlê xwast ya nexwast û Amerîka ew parast yan neparast, Golan beşek ji Sûriyê ye û heger Îsraîl ji pêvajoya aştiyê ya sala 1991an destpê kiriye bireve, Sûriye dê bi darê zorê Golanê vegerîne.
K24
