• Thursday, 19 February 2026
logo

Serokwezîr li gel Fermandarê hêzên hevpeymanan civiya

Serokwezîr   li gel Fermandarê hêzên hevpeymanan civiya

Behsa reformên nava wezareta pêşmerge hate kirin.

Êwara îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Fermandarê hêzên hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê kir û pişt re jî derbarê naveroka civînê de Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya Fermandarê giştî yê hêzên hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê birêz General Matthew McFarlane kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê pêşhatên dawî û rewşa giştî ya Îraq û deverê û reformên nava wezareta pêşmerge kir.

Me tekez li ser girîngiya berdewamiya piştîvanî kirina hêzên pêşmerge di ware rûbirû bûna terorê û pêşde birina têkilî û hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û hevpeymanan kir.

Top