• Saturday, 14 February 2026
logo

Sezaî Temellî bo Erdogan: Ev der welatê meye em li virin, belê hunê 31 ê adarê biçin

Gulan Media March 27, 2019 Nûçe
Sezaî Temellî bo Erdogan: Ev der welatê meye em li virin, belê hunê 31 ê adarê biçin
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê her roja paştir kar û xebatên hilbijartinê dijwartir dibin.

Di vê çerçovê de hevserokê Partîya Demokratîka Gelan (HDP)ê Sezaî Temellî li Amedê tevlî xirvebunê partîya xwe yên navçeyên Bismil û Farqinê bû. Li gel barana bi hêz ya di demê mitinga Bismilê welatîyên Bismilê disa ji qada mitingê tijî kirin û piştevanîya xwe nişandan. Piştî berbijên HDPê yên Bismilê û ya şaredarîya bajarê mezin Hulya Alokmen ê hevserokê HDPê sezaî Temellî ji derket dikê û gotareke pêşkeşkir.

Temellî di axaftina xwe de rexne li Erdogan kir û got: “Eve 17 sale hun welatî rêvedibin. We anîye çi astê. Niha derdikeve ji kurdan re ji mere dibêje terorîst û dibêje ji vi welatî herîn. Em ji dibêjin ev der welatê meye em li virin, belê hunê 31 ê adarê biçin. HDP gele gel li virê.”

Top