• Thursday, 19 February 2026
logo

Tirkiyê geştên xwe yên asmanî yên Silêmaniyê rawestand

Tirkiyê geştên xwe yên asmanî yên Silêmaniyê rawestand

Tirkiyê geştên asmanî yên bo Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê ji bo vê mehê rawestand. Rêveberê Ragihanin û Pêwendiyên Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê ji Kurdistan24ê ragihand, ev biryar biryareke yek alî ye û wan ji Tirkiyê derbarê vê mijarê de daxuyaniyek daxwaz kiriye.

Serokê Komeleya Ofîs û Kompaniyên Geştyariyê ya Silêmaniyê Eta Ehmed ji Kurdistan24ê re ragihand, îro bi rêya emailê hatine agahdarkirin ku hemû geştên navbera Tirkiye û Silêmaniyê bo rojên 3, 4 û 5ê vê mehê hatine betalkirin.

Ji aliyê xwe ve, Rêveberê Ragihandin û Pêwendiyên Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê Dana Mihemed ji Kurdistan24ê re eşkere kir, îro hatine agahdarkirin ku hemû geştên meha Nîsanê yên navbera Silêmanî û Tirkiyê hatine betalkirin.

Derbarê sedema vê biryarê de Dana Mihemed diyar kir: “Ti daxuyaniyek negihîştiye me, me bi rêya emailê ji Tirkiyê daxwaz kiriye ku sedema vê biryarê ji me re eşkere bikin.”

 

K24

Top