• Saturday, 14 February 2026
logo

Alî yê li Stenbole qazenc bike wê li Tirkiye qezenc bike

Gulan Media March 26, 2019 Nûçe
Alî yê li Stenbole qazenc bike wê li Tirkiye qezenc bike
Li Tirkiyê ji bo hilbijartinên herî ma 4 roj. Qayikişkêşana di nava namzetê desthilat û muxalefetê de bi hemû gurehiya berdewam dike. Li gorî encamên rapirsînên nêzîkî hikûmetê 4, lê li gorî ên serbixwe di nava Bînalî Yildirim û Ekrem Îmamoglu de ferq daketiye 1 pûanê. Li gorî çavdêrên siyasî, eger Îmamoglu li Stenbolê biserbikeve û desthilat jî hilbijartinê betal bike, wê hingî li Tirkiyê rûdanên gelek xeternak rû bidin û heta eger e di nava desthilatê de parçebûnek jî pêk bê.

Qayikêşana hilbijartinên herêmî li Stenbolê bi hemû gurehiya xwe berdewam in. Li gorî rapirsînên dawîn di nava namzetê Tifaqa Cuhurê Bînalî Yildirim û namzetê Tifaqa Milletê Ekrem Îmamoglu de yek paun ferq maye. Pispor dibêjin kîjan alî, li Stnebolê hilbijartinê qezenç bike wê li hemû Tirkiyê jî qezenç bike. Li gorî çavdêrê siyasî Mahmut Ovur, ew dozîneya "kesê ku li Stenbolê qezenç bike wê li hemû Tirkiyê qezenç bike" carinan hev nagire. Wek mînak hilbijartinên sala 1989an dide û wiha dbêje; SHP hingî li Stenbol, Enqere û îzmîrê qezenç kiribû, ji bilî wan bajaran li tevahiya Tirkiyê têkçûbû. Niha jî di nava namzetê desthikat û mûxalefetê de ferqeke gelek biçûk heye, kes nizane bê wê çi encam derkeve.

Mahmut Ovur - Çavdêrê Siyasî, got:"Stenbol kurte danasîna Tirkiyê ye. Ji 81 yek bajran mirov li vê derê dijîn. Ji siyasetê heta ji sedî 40 aboriya Tirkiyê li Stenbolê ye. Ji jiyana civakî heta hûner, sînema û şanoyê hertişt li vê derê ye. Ji loma Serokomar Erdogan dibêje, aliyê ku li Stenbolê bû desthilatdar wê li Tirkiyê jî bibe desthilatdar. Bi baweriya min di rewşeke asayî de kesê ku baş birêve bibe wê qezenç bike. Lê niha ji bilî namzetan bêhtir bandora tifaqan heye li ser civakê. Bînalî Yildirim wekî ku dengdêr serwext kirine, lê hê jî tam ne diyar e. Di nava wî û raqîbê wî de ferqeke biçûk heye, loma ji niha ve zû ye em tiştekî bibêjin."

Bi boçûna Musa Ozugurlu jî, AK Partiyê niha hilbijêrên xwe ji bo Stenbolê konsolîde kirine. Bi piştevaniya HDPê jî dengên CHPê ên Ekrem Îmamoglu bilind bûne. Heta Îmamoglu beşek ji dengdêrên Stenbolê jî serwext kirine. Eger desthilat têk biçe min ne bawer e hilijartinan betal bike. Biryareke wisa wê rewşeke xeternak derxe holê û encamên ku nikarin behsê bikin wê rû bidin.

Musa Ozugurlu - Çavdêrê Siyasî, dibêj:"Ji aliyê çawanî û çendenî ve Stenbol nîviyê Tirkiyê ye. Aliyê ku biserkeve wê were ser desthilata ji yek cihê herî xweş yê cîhanê. Eger desthilat têk biçe min ne bawer e hilijartinan betal bike. Fatûraya vê biryarê gelek giran e. Welat jixwe hem ji aliyê îktisadî û hem jî siyasî û civakî ve di rewşeke krîtîk de ye. Dema desthilat biryareke wisa bide û serokatiya Îmamoglu betal bike, eger e di nava desthilatê de parçebûnek jî pêk bê û dengên dijber ên li dij Erdogan peyda bibin. Loma min ne bawere desthilat zû bi zû karibe biryareke wisa krîtîk û xeternak ragire."

Bi boçûna çavdêrên siyasî û pisporan di dîroka Tirkiyê de heta niha ji bo serkeftina li Stenbolê qayişkêşaneke bi vî rengî rû nedabû. Ev hilbijartin ji bo desthilatê hilbijartina man an nemanê, ji

bo eniya muxalefetê jî referans û nîşaneya desthilatê ye. Lê hê jî beşeke zêde ya civakê maye ku hîna biryara xwe nedaye. Bi boçûna çavdêran ew beş wê li ser sindoqê biryara xwe bide. Loma jî namzetên Tifaqa Cumhur û Milletê bi hemû hêza xwe berê xwe dane wê beşa civakê da bandora xwe li dengên wan bikin.

K24
Top